
Gul û xunçey beharanîş le to neşmîletir nabê
Nemamî ’er’erî korpeş le to xincîletir nabê
Le dinyada le to cwantir*, le to mehbûb û şîrintir
Eger de’waçîyek mabê diro naka desa ba bê
Mehale* to le însan bî eme ’eqilim qebûl naka
Perîş heddî nîye wa bê ebed horîş be to naga
Eman eman... dil xerabe yadê
Bitî to, etperistim min ’îbadet bo xuda* nakem
Egerçî agirî cumley cehennem bom le kara bê
Eman eman... dil xerabe yadê