Homer Dizeyî

Gul û Xunçe

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
137
Gul û xunçey beharanîş le to neşmîletir nabê
Nemamî ’er’erî korpeş le to xincîletir nabê

Le dinyada le to cwantir*, le to mehbûb û şîrintir
Eger de’waçîyek mabê diro naka desa ba bê

Mehale* to le însan bî eme ’eqilim qebûl naka
Perîş heddî nîye wa bê ebed horîş be to naga
Eman eman... dil xerabe yadê

Bitî to, etperistim min ’îbadet bo xuda* nakem
Egerçî agirî cumley cehennem bom le kara bê
Eman eman... dil xerabe yadê
Yadê: dayk

Honrawe: ’elî ’arf axa
*= le honrawey şa’îrda ew beşane be şêwey "çatir", "diroye" û "kesêk" hatuwe.