Sayd Ali Sardashti

Dane Dane Xalî Wirdî

By: Sayd Ali Sardashti
Dialect: Sorani
131
Le mindalîm takû êstake
Gerawim take be take
Lew şar bo ew şare helnaka
Bizane kê cwan û çake
Beşkû dilî xoy peyda ka
Hîçkes qîmetî to naka
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Of dil û dînim ew gule birdî
Ax dil û dînim ew gule birdî

Gerawim pak kurdewarî
Le ladêy û le nêw şarî
Le pîr û cwan, mindalkarî
Beşkû dilî bitkat yarî
Xalî lêwî û xunçey zarî
Dilî birdim be yekcarî
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Dil û dînim ew gule birdî
Of dil û dînim ew gule birdî

Gerawim zor be daniste
Dîwme herçî ke çawmeste
Lewaney pêdegen êsta
Ew sa’et bazne le deste
Ta dil le kin eto rawesta
Demit wêney mexzî piste
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Dil û dînim ew gule birdî
Of dil û dînim ew gule birdî

Keme ta zor lêkim dawe
Bilêm kwê neçûm kwê mawe
Hemû şwênêkim gerawe
Dîwme herçî cwan û lawe
Wek *?
Hîçkes wek to nerengawe
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Dil û dînim ew gule birdî
Of dil û dînim ew gule birdî

Cwanît hîç nehêştuwetewe
Hemûy le to xir buwetewe
Le horyanit girtuwetewe
Bew xaley be lîmotewe
Sed nexoş pêy ça buwetewe
Dilim bot le xo buwetewe
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Dil û dînim ew gule birdî
Of dil û dînim ew gule birdî

Bilêm çî û çon bikem basî
Ser kulmet wêney gêlasî
Memkit girêy bin kirasî
Kulmet sêwî cêgay hasî
Sedî wek min be îxlasî
Wêle le dwat be pêxwasî
Dane dane xalî wirdî
Leser sîng û gerdinî zerdî
Dil û dînim ew gule birdî
Of dil û dînim ew gule birdî