Sherko Bekas

Enfal û Helebce

By: Sherko Bekas
Dialect: Sorani
107
Ew demey to lêre le jûrî şûşeda
Û lenêwan gulanda danîştûy
Heman kat lewlaşî û kewêkî reşpoşî
Naw pirse û kawlaşît
Hemîşe to ceste û to bejnî xaçêkî çwar parçeyt
Ew demey ke lêre ebîte baran û rehêle û enûsît
Heman kat to lew layt, yan şextey
Seqzît yan jaley mardînît yan temî
Qamîşlît yan agirî kerkûkît
To mêjûy winbûn û kuştin û xokujît
Be şîrî zulfeqqar gerdinit helfirê bo lay xwa
Sablaxît
Be pirçî jinêkî cwankîley mudêrin henaset bibestin dêrsimît
Be loloy piştênî xelîfey emewî
Newrozit helwasin, hesekeyt
Be jehrî çeprew û rastirewî cîhanîş req bibî
Helebceyt
Ke xoyşit xotit kuşt
Ewsake tabûtî dirêjî her hemû wilatît!
Îstake to xaçî jehrawîy enfalî
Enfale
Û enfale
Û enfal!
Enfalî sîrwanî cesteme berewxiwar
Be xwên û lîtewe be qij û gijugya û
Be rîşî mewlewî û be balî qirtawî şî’irim
Û be horey qurawî û
Be welî meqamî kujraw û
Be şemî xinkawî bestewe
Berewxiwar
Berewxiwar
Berewxiwar
Enfalî giryanî rûnakî û enfalî barane
Enfalî xakname
Û enfalî cirîwe
Û enfalî jyane!

Gunahî ezelîy kam zewî û estêrey gumrah û
Kam sizay ebedîy tawanim, bo ewey hemîşe helqirçêm?!
Kam xwawend xezebî lê girtûm bo ewey her tapoy
Namoyî û tenyayî û şew bim û bo ewey ne bimirim ne bijêm?!
Kam xwawend xawenme?! nazanim
kam şeytan xawenme?! nazanim
Ne asman gwê egrê le xwênim û ne dinya û
Ne dad û ne yasa û ne zengî kilêse û ne qubbe û minarey
Mizgewt û nazanim min be kê û min be çî swênd bixom!
Kê pena û kê dalde û kê kesme?! nazanim
Min îsta şaxêkî bê swêndim
Swêndî min dûkele û qisey min xolemêş!
Hawarim her xwênî meywime û her koçî serewlêj
Ewetey koç heye koç ekem
Ewetey gir heye esûtêm
Ewetey aw heye exnikêm
Ewetey tîx heye qurbanîm
Ewetey xak heye bê xakim
Ewetey şax heye min tilor ebmewe û
Ewetey dar heye lêy edrêm!
Min le pêş mûsawe awarem
Pêş mesîh min xaçim
Pêş qureyş min zîndebeçal û
Pêş hiseyn min serî birawim!
Enfale
Enfale
Enfal!

Enfale û firokey asmanî afat û
Enfale û bay jehir û beharî mergesat
Enfale û şarêkî be pêwe xinkaw û
Pênc hezar momyay karesat
Enfale û helebce
Helebce û helebce

Basî çî bikem?!
Basî çî bikem?!
Çon sewzegya ebê be tabûtî gulan?!
Çon behar ebê be kifnî sê werzî tir?!
Çon çirkeyekî jehrawî ebê be sal?!
Şeqam çon ebê be gorî serdanexraw?!
Çon mindal xoy, ebê be bûkeşûşekey?!
Basî çî bikem?!
Gime çon ebê be berd û
Bare çon ebê be dar û
Hîle çon ebê be hewr û
Haje çon ebê be çew û
Hawar çon ebê be lim û
Hewa çon ebê be dujmin
Basî çî bikem?!
Ew sawaye bo têr naxwa û dem helnagrê le memkî dayk?!
Ew bawke bo ew paruwe qût nadat û des danagrê?!
Ew xwêndikare bo pereyekî tazetir nakatewe?!
Ew şofêre bo silfekey lê nadat û îtir birwat?!
Ew hemale bo kolekey helnagrêt û ew çeqî rêye bernadat?!
Ew kîje bo 'ça'key berdemî têk nada û bîxwatewe?!
Ew kotre bo balekanî kirdotewe û helîş nafrê?!
Ew kiçe bo ew setle awe helnagrêt û lêy erjê?!
Ew maçe bo tewaw nebû?!
Ew teşîye bo xulêkî tirî nexward?!
Takê gorewî bû be çî û le pê nekira?!
Ew îmzaye bo her nekira?!
Ew cantaye her danexra?!
Dergayek bo pêwe nedra û
Mîlî radyoyekî naw koş
Her banedra û her banedra û her banedra?!

Hemdîsan êwarey barane û êwarey terbûnî
Egrîcey xemane û êwarey kejawey zayeley
Yarane û êwarey azarî sûrmeçin
Hemdîsan de lê lêy giryane û nimnimî
Dilopî zengyaney çawane û tawtawî ser
Hobey dwakoçî ’aşiqane û hemdîsan
De lo loy barane û heniskî tenyayîy şî’rî min
Hemdîsan barane û ebarê, pênc hezar estêrey
Kujraw û pênc hezar rengaley kujraw û pênc hezar
Pepûley firmêskim be sera ebarê!

To xaçî mar tê’alawî
To pişkoy sermabirdele û
To hetawêkî tarîk û
To tenyayekî apûre û
To hewayekî xinkawî
Henûke min lêre
Sitokholim
Le şarî hezaran dûrgeda
Belemî şewaney şî’rêkî bê çiram
Rêm kwêr û benderim bizre
Min lêre le şarî hezaran dûrgeda
Îstake belemî helebcey xinkawim û
Fenerî kujawey burcêkî manduwe em sere
Henûke min lêre le 'mêlan bî pilan'
Jimare bîst û sê
Le qatî dûhemî xanûyek
Gerekî 'rinkebî'
Gerekî awarey têkel û
Firmêskî têkel û
Zimanî têkelî xerîban
Her wekû estêrey lêqewmam le şewî barana
Beranber 'tê vê'êk danîştûm
Hemûtan ebînim
Rûbarî lêln û pêç exon
Berewjû ebnewe
Hemûtan ebînim
Wek çiray qurawî û wek espî qurawî
Û dirextî qurawî û
Karjoley qurawî berewjûr ebnewe
Her wekû estêrey lêqewmam le şewî barana
Her wekû pencerey lêqewmaw le wextî şikana
Beranber 'tê vê'êk danîştûm
Nalî royî
Be dwaya şarezû koçî kird wêl ebû
Hacî royî
Be dwaya şarî ko koçî kird wêl ebû
Mewlanaş koçî kird be dwaya tancero koçî kird wêl ebû
Wa îsteyş nîştîman xoy erwa û koç eka
Û şehîdan be dwaya wêl ebin
Min îsta koçêkim milwênê serim û
Dû milwên balim û her erom
Le perdey 'tê vê'we
Ew kîje de saley ke elêy rengaley ber nimey giryanî şaxxane û
Le asman win buwe û le daykî win buwe û
Wek laskî semelî ber terzeyş elerzê
Le perdey 'tê v'we dête der
Egate ber demim ekewê
Hel’esim baweşî pya ekem
Çîm hebê le şîr û le nan û le noqil û le yarîy minalan boy dênim
Her hemûy exeme ber demî û
Petokem ehênim pêya edem eydiwênim ta enwê
Le perdey 'tê v'we
Ew jine reşpoşey le şewî şî’ir eçê û
Le mangî ewq eçê û
Le dwawe cê mawe û rezêke sir buwe û nazanê çî bika û çî bilê
Le perdey 'tê vê'we dête der
Egate ber demim û ekewê
Hel’esim
Daykime, mêjûme baweşî pya ekem
Le pêşa paltokey ber xomî pêya edem
Çîm mabê û çîm hebê le xorak boy dênim
Dwatrîş eyxeme cêgekey daykimewe
Lêfekey ewîşî pya edem eydiwênim
Ta enwê
Le perdey 'tê vê'we dêne der
Malekem çend bigrê dêne der
Malekem pir ebê le giryan
Le baran, le qur û le helmî koçtan û
Le bang û le hawar
Le parçe naylon û le çîlke û çewêl û
Le wişkezrîke û le qîjey zor ter û
Le destî firîw û
Le ejnoy şikaw û le saway ber memkan
Çîm mabê eyhênim
Le berma çî mabê
Kilête û mişema û kiras û pantol û derpêm û gorewîm
Her hemûy da’enêm
Rût û qût ebmewe
Be rûtî ra ekem eçme der
Min şêtim
Min şêtî koçtanim
Be rûtî eçme der
Egeme ser şeqam
Be kurdî û swîdî bang ekem
Ey dinyay çep û ras
Dway gazî jehrawî û
Dway nanî jehrawî û
Enfal û kuştinî helebce û
Em koçe
Çî mawe bimdenê
Çî mawe bimdenê
To xaçî martê’alawî
To hetawêkî tarîk û
To tenyayêkî apûre û
To hewayêkî xinkawî