Awat Bokani Ashti Aziz

Lank Lank Lankolê

By: Awat Bokani and Ashti Aziz
Dialect: Sorani
101
Behar bû feslî zistanim eger yarim legel baye
Diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye

Gyane emcareş pelasî şerim û dîn pare dekem
Em derdî hejarîyem qurban be mey çare dekem
Sêberde denême miştî destî bîrî pîrim
Her kîjî sûrî rezî tirê mare dekem

Lank lank lankolê
Lank le darhenarê
Westa bê le taranê
Lankê dirûs ka bo çawciwanê
Delê le lankeyda nanûm
Debê bom saz key corlanê
Erê role serdil xir bî
Bab zîndû bî*
Şew direnge bo cêjwanê
Ewe rojî rûnake û hemû dunya deyzanê
Lank lank lankolê
Lank le darhenarê

Ew qur’ane bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê carit dest pêda da wey bo mizgewtit birdewe
Emnî dêwane kirduwe be dem dax û derdewe
Boxot keyfim bo dekey be gerdinî zerdewe
Lank lank lankolê
Wey lank le darhenarê
Westa bê le taranê
Lankê dirûs ka bo çawciwanê
Delê le lankêyda nanûm
Deba boy saz keyn corlanê
Hek role serdil xir bî
Bab mirdû bî
Şew direnge bo cêjwanê
Ewe rojî rûnake û hemû xelk deyzanê

Henare, qoxe, bêye
Toqe û gware le gwêye
Bom bangî heywanêy ken
Beh karî taybetîm pêye
El’an le yar bipirsî
Nazanê ewe kêye
Lank lank lankolê
Lank le darhenarê
Westa bê le taranê
Lankê dirûs ka bo çawciwanê
Delê le lankeyda nanûm
Debê bom saz key corlanê
Erê role serdil xir bî
Bab zîndû bî*
Şew direnge bo cêjwanê
Ewe rojî rûnake û hemû dunya deyzanê

De biro le min heram bî
Her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastî nebû kiçê xeyrî diro û tefredan
Eger qewlim dedeytê be rastî û bebê buxtan
Dena bew ne’letey bî ke xuda kirdî le şeytan
Lank lank lankolê
Wey lank le darhenarê
Westa bê le taranê
Lankê dirûs ka bo çawciwanê
Delê le lankêyda nanûm
Deba boy saz keyn corlanê
Hek role serdil xir bî
Bab mirdû bî
Şew direnge bo cêjwanê
Ewe rojî rûnake û hemû xelk deyzanê

Honrawey beşî duwemî meqam: hejar
Deqî honrawekey hejar bem şêweyeye:
Em care pelasî şerim û dîn pare dekem
Em derdî hejarîyem be mey çare dekem
Sêberde denême mistî bîrî pîrim
Kîjî rezî rûsûrî tirê mare dekem
*= honrawey em goranîye le bineretda bas le cêjwanî dildarîy daykêk legel xoşewîstekey dekat ke lew nêwaneda mindalekey astengîy bo saz dekat û be nenûstinî rêge be çûne jwanî daykeke degrêt. cya le hoy honînewey weha şî’rêk ke debê bezor beşûdranî jineke be kesêkî dîke cige le xoşewîstekey yan her hoyekî dîke bêt, kêşey dîy em honraweye nardin be şwên westayekî corlanesaze le taranî ’eceman! gwaye hemû kurdistan westakarêkî lê nebuwe ke bitwanê corlaneyek bo mindaleke saz bikat û pêwîst buwe hetim ’ecemêk ew îşe sadeye cêbecê bikat! belam ewey lem salaney dwayyeda beser honrawey em goranîye hatuwe naxoştir û nalojîktire; hendêk goranîbêjî jin yan pyaw gwaye hatûn be ’eqlî xoyan deqî honraweke rast kenewe û babî mindaleke le tûkî jiney biparêzin boye "bab mirdû bî"y eslî honrawekeyan gorîwe bo "bab zîndû bî"! ke buwete hoy seqebûtnî watay honraweke çunke eger jineke du’ay xêr bo mêrdekey bikat îdî bo debê legel kesêkî dîke arezûy bestinî jwanî hebêt!? rwangey serserî û rûkeşî em goranîbêjane û hendê bilîmetî benêw rûnakbîr buwete hoy têkdanî folkilorî kurd. wêneyan kem bêt!