
Carcar be rûy naz lêwî ebirdewe
Her wek gulbaxî demî ekirdewe
Helaley kwêstan sûr ekatewe
Ser gonay yarim bîr exatewe
Le dûrew hatî kem kem eşnyay
Her wek gulbaxî le baxa kinyay
Helaley kwêstan sûr ekatewe
Ser gonay yarim bîr exatewe
Seyr ke ew deme birwa ew lêwe
Eyjî gulbaxî toy gelamêwe
Helaley kwêstan sûr ekatewe
Ser gonay yarim bîr exatewe
Dwêşew ke be naz kirdibûte serban
Bew mangeşewda seru lêm şêwan
Axir nemdîbû hetakû dwêşew
Dû mang bidrewşê le yek asman
Swêndim be sûrî gulalesûre
Wextê lelamî xem le min dûre
Helaley kwêstan sûr ekatewe
Ser gonay yarim bîr exatewe
Aw le şetaw xward perey gul we dem
Çawim lê bûre ba xefet nexwem
Helaley kwêstan sûr ekatewe
Ser gonay yarim bîr exatewe