
Kêye diltî birduwe toy le min dûr kirduwe
Ew bala newnemamey le çawî min şarduwe
Dil gîrodey xemêke û le to dûrim demêke
Perwaney tenyayî dil her matlî şemêke
Ay were gyan were kîjî kurdî nazenîn
Be hukmî ’aşiqî caran min ferhad û to şîrîn
Min mem û to xatuzîn
Dengit daym ha lay gwêm
Ew qewlaney dawit pêm
To her min becê dêlî
Min her dêm û dêm û dêm
Roj dê û peşîmanî
Bom ekey çawerwanî
Wênekem le baweşte û
Xot dekey be qurbanî
Ay were gyan were kîjî kurdî nazenîn
Be hukmî ’aşiqî caran min ferhad û to şîrîn
Min mem û to xatuzîn