Arab Osman

Le Kwêstanî Xalxalî

By: Arab Osman
Dialect: Sorani
129
Erê le kwêstanî xalxalî şîrîne ser û desmalî
Le kwêstanî xalxalî şîrîne ser û desmalî
Xozge ew kiçe î min ba sê rojan be helalî
Birya ew kiçe î min ba dû şewan be helalî

Erê qedbarîkey çawşehên çawşehên çawşehên
Cwanî û nemamî bîtwên
Yarim dête nêw şayî pîr û cewan le dway dên
*? leser memey delerzîn
Nawî yarim zor cwane le rojname û le radwên
Sîngî ew kafirbabey wek şaşey telefziwên
Leser ew balaberzey hew ’eşîret be şer dên

Erê zor cwane çawî kalî wey kalî ax kalê
Gerdinî pir le xalî
Zulfî xawî têk deçê lêy deda bay şemalî
Mestim deka yekcarî lîmoy zerdî xal xalî
Hemû rojêk êwaran serêk dedem le malî
Delêm xoşewîst çonî nemamî çwarde salî
Bende şêt û şeydate boç napirsî hewalî

Heloy bazî hewaye hewaye hewaye
Gwarey zêr le gwêydaye
seyrî dem û boy şêt bim bew sedrey le dinyaye
Agirî le min berdawe wek şemame rengaye
*? kak celîlî le boy naçê be zaye

Erê çûme malî rewşenê rewşenê rewşenê
Derkeyan be perjîne serim be şorêda kird
Dak û kîj danîştîne
Neynokêkî le mistê zulfî be şêyîda deyna
Semawerêkî giçke çayekyan le bom hîna
Gutim çay naxomewe gerdinit hêrwe bîne
Çunkî daykî pêy xoş bû lêy kirdîn baweşîne