Zahir Jalal

Zimanî Çaw

By: Zahir Jalal
Dialect: Sorani
227
Ey ew şoxey bo carêkîş natewê lêw bibziwênî
Keçî tenya be serincêk hemû şitêk edirkênî
Xunçey lêwit nekirayewe û wişeyekim lê nebîstî
Be aşkiraş le çawanta şepol eda xoşewîstî

Bêdengî to agirîş bê min le nawya demênmewe
Gerçî leweş bêdengitir bî min çawanit dexwênmewe
Pir le watan çawanî to, dû nêrgizî xakelêwen
Bo beharî dinyay ’eşqim dû mijdanen wa berêwen

Çawit corêk basî hest û razî diltî bom kirduwe
Heta êstaş hîç zimanêk pey bew raze nebirduwe
Lêwekanit çend bêdeng bin neyanewêt hîç derbibrin
Nîgakanit zimanêkin zor le lêwit rastigotirin

Ey ew şoxey bo carêkîş natewê lêw bibziwênî
Keçî tenya be serincêk hemû şitêk edirkênî
Xunçey lêwit nekirayewe û wişeyekim lê nebîstî
Be aşkiraş le çawanta şepol eda xoşewîstî
Honrawe: salh bêçar