Awin Rahmani

Hîwa Megrî

By: Awin Rahmani
Dialect: Sorani
30
Hîwa megrî, heniskî nîweşew bes helde, bes bigrî
Le çawî bêqerarim boçî dermanî wenewz ebrî
Kurî xom! korpelem! mêwanî dunyay taze xulqawim!
Eda giryet be zerbey çiz le rohî pir gilarawim
Çîye em girye bêxaye, kirozey** nîweşewxurpên?
Çîye em qetre wirdaney le çawit bê me’al** erjên?
Legel ew xunçe sawayey leser xelfî** behar erwê
Çîye ferqit? leberçî ew hetakû sîs ebê enwê?

Çîye korpem*? çi sîrrêke weha mehkûmî giryanî
Ke to hêşta le xem nagey, le me’nay girye nazanî
Eger wek dayke* hesret dîdeket renicit* biçêjaye
Zeman gerdî emeltî gişt be dem bawe bipêjaye
Heqit bû ’erş bilerzênî be naley rohî pir’êşt
Le estêrey sema bipjênî firmêskî dilî rêşt!
Be xorayî metirse, xem mexo megrî le êstawe!
Be çî dyare ke çî lew textî nawçawane nûsrawe?
Honrawe: goran
*= ew beşane le honrawey şa’îrda be şêwey "tuxwa", "bawke" û "zehirit" hatuwe.
**= "kirûzey", "me’al" û "xelf" diruste nek "kiroze", "me’al" û "xelf".