Hassan Zirak

Erê Le Mal Hate Der (zemane)

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
152
Erê nazanim ’alem dil sikalam lê dekat
Nazanim boçî hemîşe dil sikalam lê dekat
Erê nazanim boçî hemîşe dil sikalam lê deka
Mecbûrî gedayî mecnûne û xet û xalem eka
Ya ew qed û bala ke şimşale û ew qed û şalem lê deka
Awarey hemîşe sicin le zîndanî şeş bendî taran û
Tûşî ew xet û xalem eka

Erê le mal hate der hate dar zemane...
Be milim bebîlla cwane
Ca ew derdey min dekujê kure jinî guley mêrdane
Hey gulet le kêwî atê ella lêyda yekane
Belkim bom becê bimênê ew dû lêwe qeytane
Xizmîne memken lome ew dilem boy sergerdane

Erê le mal hate der ba bête der bête der bom bête der
Qedbarîke û sinewber
To bît û to bît û to bît û resûl û pêxember
Awrî le min berdawe bîlla lêy cwane kemer
Awrî le min berdawe şu’ley derwa wek fener

Derdekem bê dermane nazê bebîlla cwane
Kerwêşkê germelane
Xo ew derdey min dekujê jinî guley mêrdane
Pêm gut awêzanit bim ta sibeynê ew demane
Xizmîne memken lome kulmî pendî maçane

Delêy peşmî xalîse çen cwan û temîse
Şûy kird le ’ebdî xuda bîlla bew gule pîse
Xozge gulet bidîba simêlî delêy gurîse
Awrî le min berdawe gule û le baxî pîse

Keçî debû xudaye nemdîbaye bîlla bejin û balaye
Şu’ley delêy çiraye swênd be xewsî bexdaye
Lewete ew jinem dîwe qet kesim webîr naye
Cûtê çawî beleke zulfî hewda hewdaye

Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Ser keme ser ranî cwanit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye bimşêle bilê bêhale
’irûsim cûm ermenîm hîndîm yane gawrim
Cûlekem yan mesîhîm dînim bo wî betale
Awrî le min berdawe her delêy şekî kale
Hey kiçe ya bêwejne naskê daykî mindale

Ke dîwme nûrî çawî wexte bimirim le tawî
Mal û dinya û serwetim bifroşim leber çî?
Bo zêrî taskilawî
Roh û gyan û dîn û man/îman daydenêm le pênawî
Awrî le min berdawe naskê gule lêydawî

Erê le mal hate der zemane... beynella zemane cwane
Pêm gut awêzanit bim ta sibeynê ew demane
Xizmîne memken lome jinî guley mêrdane
Wêney maynî xoşte’lîm fêrî teqle û lîngidane