Hassan Zirak

Lane Û Lanit Kem

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
47
Sablax çen xoşe wey xakî dilgîre
Ew kiçe lew male boçî kot û zincîre
Erê lane û lanit kem xoşe şane û şanit kem mero
Şew le nêw cêda bîlla roj le baxçêda

Sablax zor xoşe çun wey xakî binmûre/bilûre
Ew kiçe lew male min dilim boy mecbûre
Mero lane û lanit kem xoşe min şane û şanit kem
Pamûre cwanê ey wey mal le bokanê

Sablax awa bê xoşe be dûkanewe
Yarim şew bom bê hey le cêjwanewe
Were lane û lanit kem ba min şane û şanit kem xoşe
Şew le nêw cêda bîlla roj le baxçêda
Car car dey le bezmêda

Ey na’umêdî ey na’umêdî
Ey renceroy û dil na’umêdî
Bedbextî wek min tuxwa sa kê dî?
Gyane îrsî mecnûne û hênawmete dî
Nekeroz geram wadî be wadî
Cê rawgey kurdî êlî muradî
Her le nekeroz ta derbendîxan lal bim
Ew nawe yekser şêwawe û wêran
Kundebuwe têda kirdibû hêlan
Ew nawe yekser şêwaw û wêrane
Bayequş têda kirdibû hêlane
Pirsîm bayequş biray hawderdim
Le cîhan bêzar hemrazî derdim
Birakem bayequş day cwabim be qulpey giryan
Emnîş derûnim boy bû be biryan
Witî emsal beharim ke bê barane
Gulaley sûrim lal bim xwênî yarane
Le her çwarlawe şayye berîze
Xenebendane delê şînî azîze
Ey le min ey le min...

Her mangê nwê bê min halim peşêwe
Çun hîlal şêwey bîlla ebroy toy pêwe
Çunkê hîlal şêwey gul ebroy toy pêwe
Mero lane û lanit kem xoşe min şane û şanit kem
Şew le nêw cêda wela roj le baxçêda

Cûte memkeket hey wêney zerdebê
Be naz demkujê kure dû çawî xecê
Ewro mîwanim hey min le xanedê
Mero lane û lanit kem xoşe min şane û şanit kem
Şew le naw cêda roj le baxçêda
Ax car care gyanekem xoşe le naw cêda