
Zulifit be qedtida ke perêşan û bilawe
Emro le minî şîfte aloz û be dawe
’umrêkî dirêjim* be xeyalî serî zulifit
Sûta* û perêşanim û sewdayêkî xawe
Boçî negrîm, sed keretim dil deşkênî!
Mey bo nerjê, şûşe le sed cêge şikawe!*
'manî' nîyetî quwetî teswîrî biroy to
Em qewse be destî muteneffîs nekşawe