
Hemû şewê pencerekem leser pişte
Elêm belkû çirpeyekî toy lêwe bê
Şemalê xoy ka be jûra
Bonî ’etrî toy pêwe bê
Gwêm hogrî dengit buwe
Lew rojewe ke dengî tom nebîstuwe
Hestî bîstinim kiz buwe
Gwêm le astî hemû awazêkî tira daxsituwe
Belê gyane hogirt bûm
Xoşewîstît her zû dyarî da leser rûm
Ta wam lê hat hemû xelkî le çawanma toyan edî
Heta bûyte kangay ’eşqêkî ebedî
Belê gyane her dway ewe
Her dway leyek dabran û cyabûnewe
Le dway ewey le dûrîya
Beşî zorî temen royî
Bebê bezmî hizûrî to
Heramim kirduwe bade
Newek bişkê be neş’ey mey
Xumarî derdî bê toyî
Rojê emirim
Bergey dûrî to nagirim
Rojê emirim
Hewrê danakate baran
Dirextê nadate giryan
Çunke min rojê le rojan
Toy azîzim le xom toran