
Gulebax gulebax gulî baxî
Bê keyf û boç bê demaxî?
Çî buwe toray hemîsan?
Gulîlke sûrey nîsan
De pêm bilê leser çî
Mat û melûlî boçî?
Kê way lê kirdûy kê?
Pêm bilê dilit da be kê?
Gulebax gulebax gulî baxî
Nexoş û hêz lê birawim
Le dûrît ey her dû çawim
Min be tîrî to pêkawim
Damna leser to dû çawim
Pêm elêy biro lêt torawim!
Carêkî tir nebey nawim!
Boçî çîm kirduwe gulim?
Ecnî sî û cerg û dilim
Gulebax gulebax gulî baxî
Nekey çîy tir nawim bênî
Bêy û bipirsî bilêy çonî
Han edem lêt den be dar
Jînit lê biken be jar
Pêmxoşe bimden le dar
Xwardinim bê jarî mar
Xulamêkim bê perwa
Le qîmeşim den bexwa
Gulebax gulebax gulî baxî
Gulendam ey tenafî gerdinim zulfî perêşanit
’îlacê! çareyê! ruhmê! eman destim be damanit
Xerîbî tom, nexoşî tom, be goşey çawî bîmarit
Esîrî tom, şehîdî tom, be nûkî tîrî mujganit
Eger dil bû eger dîn dam be surmey çawekanî to*
Besim sewdazede û rîswa ke, to bî û dîn û îmanit
Gulebax gulebax gulî baxî
Bê keyf û boç bê demaxî?
Çî buwe toray hemîsan?
Gulîlke sûrey nîsan
De pêm bilê leser çî
Mat û melûlî boçî?
Kê way lê kirdûy kê?
Pêm bilê dilit da be kê?
Gulebax gulebax gulî baxî