Hemîd Hemîdî

Bay Deda

Bi dengê: Hemîd Hemîdî
Diyalekt: Soranî
109
Bay deda bay deda
Gêlgêlekey bay deda
Hêşta nebuwe be yarim
Îfadeşim lê deda
Be qurbanî toy dekem
Serdeşt û şino û nexede
’ehdim kirduwe boy bênim
Topê piştiwênî şede

Leber ew kiçe reştale qedî delêy şimşale
Pirsî şêx û melam kird maçî bo min helale
Bêwejne yan kiçe her delêy şekî kale
Bay deda bay deda
Gêlgêlekey bay deda
Hêşta nebuwe be yarim
Îfadeşim lê deka
Be qurbanî balat ekem
Serdeşt û şino û nexede
’ehdim kirduwe boy bênim
Topê piştiwênî şede

be mindalî le lêwî alî tom estanduwe maçê
Be pîrîş lezetî ew maçe şîrînem le dil dernaçê

’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Leber ew kiçe reştale qedî delêy şimşale
Kiras mexmer darabî be balayda dûrawe
Ne kurte û ne dirêje le[ser] pencey rawestawe
Bay deda bay deda
Gêlgêlekey bay deda
Hêşta nebuwe be yarim
Îfadeşim lê deka
Be qurbanî toy dekem
Serdeşt û şino û nexede
’ehdim kirduwe boy bênim
Topê piştiwênî şede

Key danîşîn dû be dû
Qedbarîkey xal le rû
Memkêkit wêney henar
Yekêk xire wek hulû
Ne ’eyb û ne lomeye
Be çawciwanê meço*
Memkêkit wêney henar
Yekêk xire wek hulû
Sîngit karxaney qende
Leser çomî caxetû**
Bay deda bay deda
Gêlgêlekey bay deda
Hêşta nebuwe be yarim
Îfadeşim lê deka
’ehdim kirduwe boy bênim
Topê piştiwênî şede
Be qurbanî toy dekem
Serdeşt û şino û nexede

Selamêk le xot
Dû sed le daykit
Sê sed lew kesey
Birîwye nawkit
Yarekem kejal
Çawekem kejê
Yarekem kejê
Çawekem kejê
Her kes bitbînê
Derûnî ehejê
*= dirustekey debête "bo wîm awir tê ber bû"
**= caxetû heleye û "cexetû" diruste. cexetû: çomêke le kwêstanî çilçemey şarî seqzewe serçawe degrê û be sa’înqela û myandiwawda ret debê û derjête golî wirmêwe. (le silêmakendî beşî cexetû/ ’aşiqî yarê bûm le destim derçû). serçawe: ferhengokî goranîyekanî zîrek – dara bêxem.