Mihemed Mamlê

Şîrîn Teşî Derêsê

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
138
Tayêkî rîşeyî dil be nûkî xemzeda da
Destêkî bo sema bird rûbendî mahî lada
Nafey gulî ’eyan bû* ’etrî be dem seba da
Barîk û lûs û nask dû* zulfî xawî bada
Wek şaxî gul belada, şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan

Ke kewte çerx û gerdiş teşî be destî rengîn
Hewday le lêw û dem da xurşîdî sîne nesrîn
Semay be zûzeneb da: kefî xezîbî şîrîn
Girtî xetî medaran şefeq be ’eqdî* perwîn
Sîhrêke bo dil û dîn, şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan

Nûkî teşî be gerdiş qutbêkî çerxî pêwe*
Mucre* bû be dawî ke çerxî kewte nêwe
Wek zuhre destî kêşa ke bendî qewsî zêwe
Estêre mahî dagirt sabit kirde* be pêwe
’ereq be rû berêwe, şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan

Ke destî bird û hêna be dulberî be tada
We çerxî xist* û gêray be ranî safîda da
’eyan bû penceyî roj be xettî îstîwada
Be subhî sadiq engût zeneb lenêw semada
Hîret le masîwada, şîrîn teşî derêsê
Honrawe: wefayî

*= le honrawey şa’îrda "be derkewt", " wek", "’îqdî", "nûkî teşî be gerduş çerxêkî qutbî pêwe", "mecerre", "gera", "hênaye çerx" hatuwe.