
Le bîrit dê ew sataney le baweşî honrawema emlawandî
Wekû sawa le colaney em dilema emxewandî
Le bîrit dê ew demaney ke sêberî jyanit bûm
Qelay rewştî rojane û merhemî janekanit bûm
Ey le bîrte ew rojaney le nîgay yekda win ebûyn
Le naw deryay razmana bo qûlayî ewîn eçûyn
Ey le bîrte çawî xor û xorî çawim le pêşwazîtda helak kird
Wekû çira bom esûtan hemû kûçe û şeqamî ’eşqim tey ekird
Min le bîrme ew kataney dû ’aşiqî bê hawta bûyn
Le beheştî jwanmana wekû dû firîşte wa bûyn
Pepûley hest beser gulî lêwekanman hel’efrîn
Ey emêsta bo le nakaw wa le yektirî cuda bûyn
Boçî êsta wek nenasê napirsî le halî zarim
Boçî nayey bo tîmarî derûnî pir le azarim
Ey nazanî min bebê to talî û tenhayye jînim
Ey nazanî min bebê to talî û tenyayye jînim
Wekû bulbulî şeyda wam
Le dûrîta leser çilî matemînim
Hemîşe xerîkî şînim