Le baxan ah û nalîn dê delên şay nêw gulan royî
Le meyxanan seday şîn dê delên pîrî muxan royî
Delêy dewrî qemer seyrî felek mîzanî gorawe
Ke wa gul zerd û* sunbul têk çû rengî erxewan royî
Seher mestane hat bulbul be şadî bo tewafî gul
Ke dî bax bê gule dax bû be sed nale* û fuxan royî
Be naley dil şîfam naye dirêx bo merhemî cergim
Le zengî karewan çî bikem? delîlî karewan royî
Be naley bulbul û qumrî wefayî boye her degrîm
Gulêkî serwî* balam bû be taracî xezan royî
Çarogê û çarogê deba bê xudanê çarogê
Çarogê û çarogê şil ke girey le desrokê
Yarim derwa dêtin dena dil deba deçêtin
Suxmey gelê sûre dena le memkoley dêtin
Çarogê û çarogê deba bê xudanê çarogê
Çarogê û çarogê şil ke girey le desrokê
Be nazî çawekey wek bazî ke bazî dam heta demirim*
Detirsêm her be bazî bimkujê ew yarî mindale
Yarim derwa dêtin dena dil deba deçêtin
Suxmey gelê mûre dena le memkoley dêtin
Suxmey gelê sûre dena le memkoley dêtin
Çarogê û çarogê deba bê xudanê çarogê
Çarogê û çarogê şil ke girey le desrokê