Behar bû feslî zistanim eger yarim legel baye
Diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye
Le baranê metirse ta hewir negrê berî rojê
Debê bigrîm heta rûy to le jêr çarşêwî reşdaye
Henasem ladeda çarşêw û rûbendî reşit axir
Hewir herçende pir bê kwa herîfî qudretî baye
Le jêr sayey biroketda hukmiranî deka çawit
Le sayey dûxî şimşêre ke hakim hukmî îcraye
Leser befrê bekar naye wekû bîstûme dawî reş
Leser kulmet edî bo dilgire ew biske tataye
Bizet nayete ser lêw û bezeyît naye be halimda
Egerçî zor le mêjsale le dût dexşêm wekû saye
Dezanî boçî min hênde perêşan û xefetbarim
Le bazarî jiyan xeyrî huner nîme çi sermaye