Hesen Zîrek

Miryemê Çende Ciwanî

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
29
Dek malê babim cwanê naske gware colanê
Girtim dû maçim lê send leser rêy xyabanê
Pêm gut awêzanit bim pêm gut ew mekire danê
Pêm gut awêzanit bim ax pîr bûy ew mekirey danê
Miryemê çende cwanî çende benaz û ’îwanî
Gozey kurdî bo dekirim delên ewcar natwanî
Leber ew goze demirim naskê naye serşanî
Baskim we jûr serî de xoşewîstî mîwanî

Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye bimşêle bilê bêhale
Ger bû yekcar çeqey kird ramjêne bilê mindale
’urûsim cûm ermenîm min dînim bo wî betale
Miryemê
Miryemê to delêy durî delêy durî
Cergî ’alemit birî
Rebî biraket xêr nekat le celebî kawrî
Awrit le min berdawe kulmet gulî şeş perê

Miryemê çende cwanî çende benaz û ’îwanî
Deçem cerey bo dekirim xo gozey kurdî natwanî
Awrî le min berdawe be milwênê herzanî
Agadarî ew gule bê cedî xewsî geylanî

’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Sîngî penîrî kurdî zulfî gyabend û xawe
Kelekey çepim kune nazê be mist lêydawe
Pêm gut nabî be yarim xudahafîz malawa
Mangî çarde ew jiney dî xecalet bû gerawe
Miryemê çende cwanî çende benaz û ’îwanî
Leber ew goze demirim naskê deyba bo kanî
Derom carey bo dekirim gozey natwanî
Beynella şox û şengî wek ahûy xyabanî*

Nerim û nol û gird û mird destim lebo memkî bird
Kulmî sêwî lasûre têydaye xalî wird wird
Kifrê le min waqî’ bû daway dû maçim lê kird
Şewê takû beyanî ew basket bo bikem be pird
*: wêdeçêt "byabanî" dirust bêt.